Bi dilê Hemaney e ku cardin têkilî bi Misirê re bê danîn

Serokê olî yê Îranê Elî Hemaney, di hevdîtina xwe ya bi Heysem îbn Tariq re de diyar kir ku ew dixwaze ku cardin têkilî bi Misire re bê danîn.

Siltanê Umanê Heysem îbn Tariq ku di dosyeyên giring de navbeynkariya Îranê û welatên rojavayî dike, çû serdana Tehranê.  
Siltanê Umanê ku wî û Serokkomar Îbrahîm Rêysî hev û din dît û bi şûn de Elî Hemaney ew pêşwazî kir. 
Ayetullah Elî Hemanye, got: ‘’Em pê kêfxweş in ku Siltanê Umanê dixwaze têkiliya Misirê bi Komarê Islamî ya Îranê re dest pê bibe û di vê mijarê de me tu texsîr nîn e.’’ 

Heysem îbn Tariq, çendeyek berê ku çû Misirê û hevdîtin bi Ebdil Fetah El Sîsî re kir û li ser mijarê axivî. 

Misirê, hêj tu tişt negotiye. Îranê û Siûdî Erebistanê 10’ê Adarê sefaretxane li welatê hev vekir, hewil dide ku têkiliyên xwe bi hemû welatên Ereb re asayî bike. 

Îran û Misir ji Şoreşa Islamî ya sala 1979’an ve û Misir ku Îsraîl nas kir, ne lihev in. Lê tu car têkiliya xwe bi hev re nebiriye.