Esad li Siûdî Erebistanê wê tevlî Civîna Ereba ya destpêkê bibe
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar El Esad beriya Civîna Komkara Ereban, şeva Pêncşemê çû bajarê Cîdde yê Siûdî Erebistanê.
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar El Esad beriya Civîna Komkara Ereban, şeva Pêncşemê çû bajarê Cîdde yê Siûdî Erebistanê.
Televîzyona dewletê ya girêdayî hikûmeta Şamê, ragihand ku Esad ji bo ku tevlî Civîna Komkara Ereban bibe gihiştiye bajarê Cîddeyê.
Esad piştî zêdeyî 10 salan, wê cara destpêkê tevlî civîna Komkara Erebî bibe.
Sûriye sala 2011’an piştî destpêkirina şerê navxweyî, ji Komkara Erebî hatibû derxistin.
6’ê Sibatê piştî erdheja ku navenda wê Mereş e, Esad ji piştevaniya ku derketî holê sûd wergirt û car din nêzî welatên Ereb bû. Roja 7’ê Gulanê Sûriye careke din girtin Komkara Erebî.
Di şerê Sûriyeyê de ku bi milyonan kes mirin, bi milyonan kes jî koçber bûbûn.