NY: Ji ber pevçûnên li Sûdanê dibe ku milyonek kes bibin koçber

Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji ber pevçûnên li Sûdanê dibe ku zêdeyê milyonekî kes ji cih û warê xwe bibin.

Li gor daxuyaniya Serkomîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber pevçûnên di navbeyna artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên serhildêr (RSF) de, heta niha zêdeyê 350 hezar kes koçber û hat zanîn ku rewşa koçberan pir xerab e.

Komîseriyê, da zanîn ku 6 mehên ji pêş re dibe ku nêzîkê 800 hezar Sûdanî û ji welatên din 200 hezar kes terka welat bikin.

Dîrektorê ÛNCHR’ê Fîlîppo Grandî, got ku ev pêşbînî kêm in û wê hejmara koçberan zêdetir bibe.

Başûrê Sûdanê, Komara Efrîkaya Navîn, Etiyopya û Lîbya ku penaberan xwe lê girtiye, bi pirsgirêkên navxweyî re mijûl in. Ji wê boneyê NY ji ewlehiya penaberan bi fikar e. 

NY’yê heta niha bang li welatên endam kiriye ku ji bo penaberan 470 milyon dolar terxan bikin. Lê hêj ji sedî 1’ê daxwazê hatiye dayîn.