Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji bo çavdêriya rewşa ewlehiyê serdana Kerkûkê kir

Şandeyek bi pêşengtiya Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Ebasî serdana Kerkûkê kir. Hate ragihandin ku sedema serdanê çavdêrkirina rewşa ewlehiyê ya li herêmê ye.

Şandeyek bi pêşengtiya Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Ebasî, Alîkarê Fermandarê Operasyona Hevbeş û Fermandariya Hêzên Bejahî li Kerkûkê ne.

Şande li Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê ji aliyê Waliyê bi kefalet ê Kerkûkê Rêkan Seîd Cibûrî û Fermandariya Navendî ya Pêşketî Operasyona Hevpar û Rêveberiya Polîsên Kerkûkê ve hate pêşwazîkirin.

Hate ragihandin ku sedema serdana Ebasî ji bo lêkolînkirina ewlehiya herêmê û çavdêrîkirina hêzên ku di bin rêveberiya wî de li herêmê hatine bicihkirin e.