Bazara Elmanyayê kesad e

Elmanya ku li Ewropayê aboriya herî xurt ya wê ye, li ser hev du çaryekan ket û bi şûn de, çaryeka yekemîn a salê ket resesyonê.

Elmanya, çaryeka vê salê ket resesyonê. Hikûmetê got ku qelsketineke demkî ye lê ev rewş tersê welatên din ên Ewropayê ye.

Enstîtuya Daneyên Neteweyî ya eşkere kir ku li gor guherînên demsalî û salnameyî yên roja Pêncçemê, di daneyan eyarkirî de, Cotmehê û Çileyê piştî ketina ji sedî 0,5 a hatina ji aboriyê ya navxweyî, Çile û meha Adarê di çaryeka yekemîn de ji sedî 0,3 ket. Wateya vê ya teknîkî resesyon e. Anku du caran li ser hev ketina du çaryekan e. 

Li gor pisporan, ev ne rewşeke ku nehatibe payîn, ji ber ku ji zû ve ye endustriya elmanan bi gaza erzan a Rûsan ve girêdayî ye, par piştî dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, derbeke cidî xwar. Gaz hatin birîn, buha zêde bû.

Wezareta Aboriyê ku daxuyanî da AFP’ê, got: ‘’Qelsketina aboriyê ji meha zivistanê ye. Lê em li bendê ku rewşa aboriyê bi awayeke berbiçav baş bibe.’’