CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî leşkerên Şamê kemîn: Herî kêm 12 mirî
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li Dêrayê, li dijî leşkerên girêdayî hikûmeta Sûriyê kemîn hatiye danîn û herî kêm 12 leşker mirîne. -
Li Hollandayê hilbijartina giştî
Li Hollandayê ji bo hilbijartina giştî gel deng dide. -
Li du eyaletên Elmanyayê CDÛ têk çû
Li eyaletên Baden-Wurtemberg û Rheînland-Pfalz ên Elmyayê îro hilbijartin hate kirin. Partiya CDÛ ya serokwezîr Merkel têk çû. Di hilbijartinê de Partiya Keskan û Demokratên Sosyal bi ser ketin. -
Kosova li Kûdusê bi fermî sefaretxaneya xwe vekir
Kosovayê li Kûdusa ku Îsraîlê weke paytexta xwe îlan kirî, bi fermî sefaretxaneya xwe vekir. -
Serokkomara berê ya Bolîvyayê hate destgîrkirin
Serokkomara berê ya Bolîvyayê Jeanine Anez, bi sûcdariya ku hewl daye hempîşeyê xwe Evo Morales bi darbeyê têk bibe hate destgîrkirin. -
Li Nîjeryayê êrîşî dibistanekê kirin: 30 kes windane
Piştî ku kesên çekdar li bakûrê Nîjeryayê êrîşî dibistanekê kirin, agahî ji nêzî 30 kesan nayê girtin. -
Yekîtiya Ewropa dixwaze kapasîteya alîkariya mirovî bê xurtkirin!
Ji bo bernameya alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî tenê ji sedî 45 ê pereyê pêwîstî pê hebû hate komkirin. Yekîtiya Ewropayê pêşniyar kir ku kapasîteya alîkariya mirovî bê xurtkirin. -
Encama şerê navxweyî yê Yemenê wê li eniya Marîbê diyar bibe
Li Yemenê di şerê navxweyî de heta niha zêdeyî 230 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Şerê li Marîbê ku çavkaniyên girîng ên petrolê lê ne, tê gotin ku wê encama şerê li Yemenê jî diyar bike. -
Li peravên Tûnûsê drama koçberan: 14 kes mirin
Parazvanên netewî yên behra Tûnûsê, li peravên Safakes ên li başûrê welat 4 jê zarok cenazeyên 14 koçberan ji avê derxistin. -
Di êrîşeke esmanî ya li Nînowayê de 12 çete hatin kuştin
Di encama êrîşeke esmanî ya li parêzgeha Nînowa ya li ser navendên çeteyên DAÎŞ’ê de, 12 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin. -
Konseya Ewropayê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên Ewropayê yên li ser koçberan da
Konseya Ewropayê di raporeke xwe de, polîtîkayên dewletên Ewropayê yên li ser koçberan rexne kir û nerazîbûn nîşan da ku ji ber polîtîkayên nebaş bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Dadgerekî biryarên mehkûmiyetê yên têkildarî Lûla betal kir
Li Dadgeha Bilind a Brezîlyayê, dadgerekî biryara mehkûmiyetê ya têkildarî Serokkomarê berê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva betal kir û mafên wî yên siyasî radestî wî kir. -
Forûma Wekheviyê ya Neteweyên Yekbûyî wê bicive
Forûma Wekheviyê ya Neteweyên Yekbûyî ku par ji ber şewbê taloq bû, ji bo wekheviya jin û mêr a di gelek mijaran de, wê li hev bicive. -
Bendergeha petrolê û navendên Aramco yên Siûdî bûn hedefa êrişê
Bendergeheke petrolê ya Erebistana Siûdî bû hedefa êrişeke bi droneyê û navenda enerjiyê Aramco jî bû hedefa fuzeyeke balîstîk. -
Li Cezayirê lehî rabû: Herî kêm 7 kes mirin
Li rojavayê bakurê Cezayîrê ji ber barana tund lehî rabû, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes winda bûn. -
Koalîsyona Ereban paytexta Yemenê bombe kirin
Koalîsyona Ereban a ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike, ji hewayî ve li Sanayê da ya ku di bin kontrola Hûsiyan de ye. -
Papa Francîs li gel El Sîstanî civiya
Papa Fancîs serdana xwe ya li Iraqê didomîne. Papa li el lîderê Şîa Ayaetûllah El Sîstanî re civiya. -
Gazalî: Em amadene ku li dijî Erdogan şer bikin
Lîderê koma Esayibî El Heq a girêdayî Haşdî Şabî Qays Gazalî diyar kir ku Erdogan di serî de plan dike ku li gel Şengalê gelek deverên din dagir bike û got ku ew amadene li dijî wan şer bikin. -
Bazirganan li Cîbûrtê koçber avêtin avê, bikêmanî 20 kes mirin
Li gorî Rêxistina Koçberan a Navneteweyî, bazirganan bi dehan koçber avêtine avê û li gorî vê bi kêmanî 20 koçber mirine. -
Ewropiyan dest ji pêşnûme biryara li dijî Îranê berdan
Ewropiyên ku aliyekî peymana nukleerê ya bi Îranê re ne, dest ji pêşnûme biryara xwe berdan ku wê pêşkêşî Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî bikira. -
Li Yewnanistanê bi asta 6.3 pileyî erd hejiya
Li nêzî bajarê Larîssa yê Yewnanistanê bi asta 6.3 pileyî erd hejiya. -
Keça Kurd Mûradovna li Rûsyayê bû şampiyon
Keça Kurd Îbragîmova Barfîn Mûradovna ku li Rûsyayê dimîne, di Pêşbirka Herêma Federal a Başûrê Rûsyayê de bû şampiyon. -
Li Hollandayê li nêzî navenda teşhîsa Covîd-19'ê teqîn
Li bakurê Hollandayê, li gundê Bovenkarspelê li nêzî navenda teşhîsa Covîd-19'ê ya serwîsa tendiristiyê ya camewerî teqînek çêbû. -
Li Gronlandê kana ûranyûmê
Ligel ku gelê wir û ekolojîst li dijî wê derdikevin jî tê xwestin ku li Gronlandê projeya kana ûranyûmê were pêkanîn. Bandora vî tiştî ji kanekê wêdetir e. -
Li Misrê 11 kes hatin bidarvekirin
Li Misrê 11 kesên ji sûcên edlî hatin mehkûmkirin, sibeha Sêşemê hatin bidarvekirin.