Li Misrê 11 kes hatin bidarvekirin

Li Misrê 11 kesên ji sûcên edlî hatin mehkûmkirin, sibeha Sêşemê hatin bidarvekirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rayedarên Misrî ve hate kirin, darvekirin li girtîgeha Vûrc El-Areb a dikeve nêzî Îskenderiye ya dikeve bakur pêk hatiye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ji ber sûcên salên dawî yên li Îskenderiye û Bûheyreyê kirine, hatine mehkûmkirin.

Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de ku meha Kanûnê eşkere kiribû, nerazîbûn nîşanî ‘hewara darvekirinê’ ya li Misrê dabû, diyar kiribû ku di mehên dawî yên 2020’ê de bi dehan kes hatine bidarvekirin.

Rêxistina Efûyê nerazîbûn nîşanî ‘lixwemikurhatinên di bin êşkencê de’ ku cezayê darvekirinê lê tên birîn, dabû.

Misir yek ji 10 welatên ku herî zêde cezayê darvekirinê lê tên dayîn e. Her çendî piraniya cezayê darvekirinê li girtiyên edlî bê birîn jî, bi taybet mehkûmên bi sûcên terorîzekirinê tên hedefkirin.