Ewropiyan dest ji pêşnûme biryara li dijî Îranê berdan

Ewropiyên ku aliyekî peymana nukleerê ya bi Îranê re ne, dest ji pêşnûme biryara xwe berdan ku wê pêşkêşî Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî bikira.

Di pêşnûme biryarê de ku DYE'yê piştgirî dida, Elmanya, Fransa û Qraliyeta Yekbûyî betalkirina hin kontrolên bernameya nukleerî ya Tehranê dihate şermezarkirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, pêşnûme biryar wê pêşkêşî dengdanê neyê kirin.

Fransayê 2'ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ji bo şermezarkirina biryara Îranê wê pêşnûme biryarekê pêşkêkî saziya enerjiya atomê bikin. Serokkomar Emmanûel Macron jî di axaftineke xwe de ya bi telefonê ji Serokkomarê Îranê xwestibû ku ji bo bicihanîna sozên xwe 'jestên eşkere' bike.

Îranê jî li hemberî qebûlkirina biryareke bi vî rengî hişyariyeke nû dabû. Berdevkê hikumeta Îranê Alî Rabîî diyar kiribû, di demeke wiha de ku hewl tê dayin peymana nukleerê bê rizgarkirin, qebûlkirina biryareke wiha wê karibe hewldanên heta niha hatine kirin pûç bike.

Rabîî diyar kiribû ku Îran bi çareseriyeke şêwirînê re ye.