Li du eyaletên Elmanyayê CDÛ têk çû

Li eyaletên Baden-Wurtemberg û Rheînland-Pfalz ên Elmyayê îro hilbijartin hate kirin. Partiya CDÛ ya serokwezîr Merkel têk çû. Di hilbijartinê de Partiya Keskan û Demokratên Sosyal bi ser ketin.

Li eyaletên Baden-Wurtemberg û Rheînland-Pfalz ên Elmyayê îro hilbijartin hate kirin. Li gorî sala 2016’an tevlêbûn hindik b.

Li du eyaletan CDÛ dengê xwe gelekî kêm kir.

Li Baden-Wurtembergê jî ya ku 7,7 milyon hilbijêr hene jî piştî ku di saet 18.00’an de sindoq hatin girtin, li gorî encamên hilbijartinê yên kanala ZDF Partiya Keskan ji sedî 1,6 dengê xwe zêde kir, rêjeya dengê wê bû ji sedî 32.CDÛ jî ji sedî 4 dengê xwe kêm kir û rêjeya wê bû ji sedî 23. Rastgirên radîkal AfD jî ji sedî 4 dengê xwe kêm kir.

Partiya Çepgir jî bi rêjeya ji sedî 3,3 nekarî benda hilbijartinê ya ji sedî 5 derbas bike û neket meclîsê.

Li Elmanyayê di meha Hezîranê de li Sachsen,Anhaltê, di 12’ê Îlonê de li Saksonyaya Jêr û Berlînê, di 26’ê Îlonê de jî wê hilbijartina federal were kirin.