Encama şerê navxweyî yê Yemenê wê li eniya Marîbê diyar bibe

Li Yemenê di şerê navxweyî de heta niha zêdeyî 230 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Şerê li Marîbê ku çavkaniyên girîng ên petrolê lê ne, tê gotin ku wê encama şerê li Yemenê jî diyar bike.

Şerê navxweyî yê li Yemenê ku di havîna 2014'an de bi raperîna Hûsiyên Şîa dest pê kir, Adara 2015'an bi ketina paytext Sanayê re bi tevlîbûna dewletên herêmê re veguherî şerekî herêmî. Tevî paytext Sana, bajarên Sadah, Damar, Ibb jî ketin kontrola Hûsiyan. Bajarên girîng ên Taîz û Hûseyda ku di bin kontrola hikumeta Mansûr Hadî ya bi piştgiriya Siûdî de ne, ji aliyê Hûsiyan ve hatine dorpêçkirin.

Duyemîn bajarê herî girîng ê welêt Aden û bajarê Mûkalla jî di destê hêzên bi navê Konseya Derbasbûnê ya Başûr de ye ku dixwaze Başûr cihê bibe. Li Yemenê her wiha hin jîngehên biçûk hene ku di destê El Qaîde û çeteyên DAÎŞ'ê de ne.

230 HEZAR KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Hêzên Hûsî ku navê wan ê fermî Ensarûllah e, ji Îranê piştgiriyê werdigirin. Yekîneyên hikumetê yên ser bi Abdûrabbû Mansûr El Hadî jî ku sala 2015'an paytext winda kir, lê hîn jî weke serokkomarê fermî yê welêt tê dîtin, piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigire. Tevî Siûdiyan her wiha Misir, Îmarat, Sûdan jî di nava koalîsyona Ereb de beşek ji şer e.

Di vî şerê navxweyî de heta niha 230 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Hejmara zarokên ku ji ber şerê navxweyî ji birçîbûna jiyana xwe ji dest dane 80 hezar kes derbas kiriye. Her wiha zêdeyî 3 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûne.

ŞER LI BAJARÊ MARÎB Û DERDORA WÊ GIRAN BÛYE

Şerê ku heta niha bi giranî li bajarên ku nifûsa xwe zêde bûn diqewimî. Lê belê hefteyên dawî bi giranî li bajarê Marîbê ku li herêma navîn-bakur a welêt e diqewime. Yek ji bajarên girîng ên ku Hûsiyan nekarîn kontrol bikin Marîb e. Şerê li Marîbê meha dawî dijwar bûye. Li gorî çavkaniyên xwecihî, ev şerê ku heta niha bandoreke yekser li gel nedikir, êdî gihîştiye ber deriyê bajêr.

Li gorî îdîaya waliyê bajêr Sûltan El Aradah ku lîderê eşîreke girîng a Marîbê ye, di şerê meha dawî de ji hêzên El Hadî yên bi piştgiriya Siûdiyan 17 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

BAJARÊ PETROLÊ DIKARE ENCAMA ŞER DIYAR BIKE

Hûsiyan êrişên herî mezin ên dawî meha Kanûnê dan destpêkirin û meha derbasbûyî jî ev hewldana xwe berfireh kir. Ev yek jî girîngiya bajar û wîlayeta Marîbê radixe pêş çavan. Marîb ku beriya şerê navxweyî nifûsa xwe kêmî nîv milyon mirovî bû, tevî bendaveke hîdroelektrîkê her wiha yek ji navendê girîng ên sewalkariyê ye. Her wiha çavkaniyên girîng ên gaz û petrolê yên welêt li Marîbê ne.

Tevî mirovên ji bajarên din ên ji şer reviyane, nifûsa bajarê Marîbê 2.8 milyon kes derbas kiriye. Ji kampên penaberan ên mirovên ji şer reviyane 140 ji wan li derdora bajarê Marîbê ne.

Tê gotin, eger Hûsî navend û derdora bajarê Marîbê kontrol bikin wê weke 'serketiyên şer' bên ragihandin.