Koalîsyona Ereban paytexta Yemenê bombe kirin

Koalîsyona Ereban a ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike, ji hewayî ve li Sanayê da ya ku di bin kontrola Hûsiyan de ye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdî SPA diyar kir ku êrîşa hewayî ya li çeperên Hûsiyan ên Sana û bajarên din ên Yemenê  destpêka operayonekê ne.

Roja ku ev êrîş pêk hat Yemenê jî bi droneyan li Siûdî Erebistanê da. Rayedarên Siûdî diyar kirin ku wan pêşiya 10 droneyan girtine.

Li Marîbê ya ku di nav destê hêzên hikumetê de ye jî şer didome. Di roja Şemiyê de di şer û êrîşên hewayî de herî kêm 90 şervan mirin. Li gorî çavkaniyên nêzî hikumetê di êrîşên hewayî yên Siûdî de 52 şervanên Hûsiyan mirine.