Li Nîjeryayê êrîşî dibistanekê kirin: 30 kes windane

Piştî ku kesên çekdar li bakûrê Nîjeryayê êrîşî dibistanekê kirin, agahî ji nêzî 30 kesan nayê girtin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rayedarên herêmê ve hatîn girtin, kesên çekdar roja Pêncşemê derdora seat 23:30’an dibistanek li Afakaya ku dikeve Eyatela Kadûnayê dagîr kir. Di dema êrîşê de ji 200 xwendekar û mamosta destgîr kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hindur a Eyaleta Kadûnayê 180 kes hatine rizgarkirin û hîn derdora 30 kesî windan e.

Di nava 3 mehên dawî de li navenda û rojavayê bakûrê welat çar dibistan rastî êrîşan hatin e. Êrîş ji aliyê komên krîmînal ên ji aliyê rayedaran ve weke “çete” tên binavkirin ve tên kirin. Ev komên ku li welat karê terorê dikin, li ser hev dizîna lawiran û ji bo wergirtina fîdye kesan direvînin.

Gelek çeteyan bi Boko Haram re têkiliyên bi hêz çêkirine. Bi taybet di meha Kanûnê de li bajarê Kankara ya li Eyaleta Katsinayê dema 344 xwendekar hatîn revandin, komên wisa rol girtibûn. Yên ku li Kankarayê hatîn destgîrkirin, di encama mûzakereya di navbera rayedar û komên çeteyan de hatin bûn berdan.

Sala 2020’an komên krîmînal tenê li eyaleta Kadûnayê herî kêm 937 kes kûştin, 1972 kes û 7195 pez jî revandin.