Papa Francîs li gel El Sîstanî civiya

Papa Fancîs serdana xwe ya li Iraqê didomîne. Papa li el lîderê Şîa Ayaetûllah El Sîstanî re civiya.

Papa Francîs (84) du rojin serdana xwe ya li Iraqê didomîne.

Papa Farancîs ê ji duh ve li Iraqê ye, îro li gel lîderê Şîa Ayetûllah Elî El Sîstanî (90) re civiya. Papa Francîs vê sibehê berê xwe da Necefê serdana El Sîstanî li mala wî kir. Hevdîtin 45 deqîqeyan dom kir.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Vatîkanê ve hate kirin, di hevdîtinê de li ser xebatên diyalogê ya di navbera komên olî yên cihê yên li Iraqê axivîne. Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Papa, girîngî dide rêzgirtina olên cuda yên li Iraq, herêmê û tevahî cîhanê û dîsa diyaloga navbera wan.”

Li ser hevdîtinê ofîsa El Sîstanî jî daxuyaniyek da û diyar kir ku Sîstanî ji Papa re gotiye, gelên herêmê rastî zilm, zordarî, hejarî, çewisandina olî, fikrî û bêdengkirina azadiyê tên. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku divê kesayetên olî rola xwe ya di aliyê kêmkirina sitemkariyê de bilîzin. Her wiha hat diyar kirin ku divê welatên cîhanê, ji zimanê şerxwaziyê dûrbikevin û red bikin.

Hat destnîşan kirin ku herdu aliyan behsa girîngiya jiyana hevbeş a di nava hemû civakan de, li ser bingehê maf, rêzgirtina hevbeş a di navbera olên cûda de, kirine û wiha hat gotin: "Divê mesihiyên li Iraqê, di nava ewlehî û aramiyê de bijîn. Hêvîdarin Iraq di demek zû de ji vê rewşa tevlîhev rizgar bibe."