Li Hollandayê li nêzî navenda teşhîsa Covîd-19'ê teqîn

Li bakurê Hollandayê, li gundê Bovenkarspelê li nêzî navenda teşhîsa Covîd-19'ê ya serwîsa tendiristiyê ya camewerî teqînek çêbû.

Li gorî daxuyaniya ku polîsan dayî teqîn roja Çarşemê saet 06:500'an çêbû.

Hate ragihandin piştî teqînê pencere şikiyane lê ti kesek birîndar nebûye. Polîsan qade ku teqîn lê çêbûyî dorpêç kir û lêpirsîn d destpêkirin.

Li gorî qenala televizyonê NOS'ê pisporên îmhakirina bombeyan ku çûne qadê hewl didin hîn bibin bê ka madeya teqemeniyê çi cure ye.

Meha Çile bi çarçoweya tevdîrên têkoşîna dijî vîrûsa koronayê dema ku qedexeya derketina derve hatibû danîn li gundekî navendeke teşhîsa vîrûsa koronayê hatibû şewitandin.

Çalakiyên protestoyê bi rojan dom kiribûn û van deh salên dawî cara pêşî bû ku çalakiyên wiha girseyî li Hollandayê pêk hatibûn.