Li Yewnanistanê bi asta 6.3 pileyî erd hejiya

Li nêzî bajarê Larîssa yê Yewnanistanê bi asta 6.3 pileyî erd hejiya.

Enstîtuya Jeolojiyê ya Emerîkayê (USGS) ragihand ku asta erdhejê 6.3 pile ye. Li gorî saziya çavdêriyê ya jeodînamîk a Atînayê, erdhej bi 21 kîlometreyî li başûrê Elassona yê Larîssayê qewimî. Saziyê hişyarî da ku erdhejên bi asteke nizm dikarin rû bidin.

Hate ragihandin ku herî kêm 3 erdhejên bi asta 4 pileyî piştre rû dane. Rayedarên xwecihî hewl didin xisara ku erdhejê li herêmê kiriye tespît bikin.

Yewnanistan ku li başûr rojavayê Ewropayê ye, li ser xeteke girîng a jeolojîk e. Bi giranî li binê deryayê, gelek caran erdhej li herêmê rû didin.

Erdheja herî dawî ya kujer di 30'ê Cotmeha 2020'î de li Derya Egeyê qewimî bû û asta wê 7 pile bû. Di vê erdhejê de ku di navbera Samos (Sîsam) û Îzmîrê de qewimî, li girava Samosê 2 zarok, li Tirkiyeyê jî 114 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Li Tirkiyeyê her wiha 1035 kes jî birîndar bûbûn.