Konseya Ewropayê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên Ewropayê yên li ser koçberan da

Konseya Ewropayê di raporeke xwe de, polîtîkayên dewletên Ewropayê yên li ser koçberan rexne kir û nerazîbûn nîşan da ku ji ber polîtîkayên nebaş bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di rapora Konseya Ewropayê de di mijara parastina koçberan de işaret bi "kêmaniya îradeyê" ya dewletên Ewropayê hate kirin.

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mîjatovîc got, "Welatên Ewropayê, ji bo kesên hewcedarî parastina me ye li derveyî sînorên me bihêlin, di nava pêşbirkekê de ne ku encamên xwe giran e."

Mîjatovîc got, "Bersiva wan yek ji mînakên tirsnak e, ku nîşan dide polîtîkayên koçberiyê yên nebaş zerarê dide mafên mirovan û dibe sedema mirina bi hezaran kesî."

Di navbera Hezîrana 2019'an û dawiya sala 2020'î de li gorî çavdêriyê û hesabên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî zêdeyî 2.600 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hate ragihandin ku bîlançoya rastî ji vê zêdetir e, ku xeniqîna li deryayê bi giranî nakevin ber radarê.

Dûnja Mîjatovîc bang li welatên endamên Konseya Ewropayê kir ku ji bo parastina jiyana koçberên li Derya Spî derbas dibin, tedbîran werbigirin.