Li Gronlandê kana ûranyûmê

Ligel ku gelê wir û ekolojîst li dijî wê derdikevin jî tê xwestin ku li Gronlandê projeya kana ûranyûmê were pêkanîn. Bandora vî tiştî ji kanekê wêdetir e.

Li Gronlandê ya girêdayî Danîmarkayê nîqaşên li ser projeya kana ûranyûmê didome. Ji ber lîsansa vê kanê hikumeta herêmî ya wir îstîfa kiribû û di meha Nîsanê de wê hilbijartinên nû pêk were. Lîsansa kanê di sala 2010’an de ji aliyê şîrketa bi navê ‘Greenland Mînerals’ê hatibû stendin.

Hikumeta herêmî ji ber sedemên ekonomîk û siyasî kana ûranyûmê diparêze û bandorên wê yên li ser ekolojiyê cihê nîqaşê ye. Di lêkolînan de hatibû diyarkirin ku wê ev kan bandoreke neyînî li çandinî, xwedîkirina heywanan û tûrîzmê bike.

Ev planên ku berê sê caran hatibûn redkirin herî dawîn di Îlona 2020’an de hatibû qebûlkirin. Tê payîn ku ev proje wê herî kêm 37 salan bidome û bersivên ji bo parzûnandina kanê û bermahiyên nukleer wê çawa bibin, baş ne zelal e.

Gronland girêdayî Danîmarkayê ye û lê di nav xwe de xweser e. Nifûsa wê bi qasî 56 hezar e û axa wê jî bi qasî 2 milyon û 166 hezar kîlometrekare ye. Serokwezîrê Kîm Kîelsen ê ku wê heta dawiya meha Nîsanê li ser peywirê be, xwedî li projeya kana ûranyûmê derdiket.

Aliyên ku xwedî li vê projeyê derdikevin diyar dikin ku wê bi saya vê projeyê di warê ekonomîk de xurt dibin. Ji ber ku ev kan wê li cîhanê bibe yek ji kana herî mezin a ûranyûmê.

Di hefteyên borî de nêzî 140 saziyên sivîl ên civakî daxuyanî dabûn. Saziyên sivîl ên civakî yên ku saziyên wekî Greenpeace û Sea Shepherdê jî di nav wan de hene, ji hikumeta navendî ya Danîmarkayê xwestibûn ku ji bo kontrola xebatên kan û gazê yên li Gronlandê bila moratoryûmekê ava bikin.

Li Gronlandê ji sedî 75’ê gel alîgirên serxwebûnê ne lê wekî partiyên siyasî di nav gel de jî derbarê dem û şertên serxwebûnê fikrên cihê hene. Rêjeya kesên ku dixwazin ‘çi dibe bila bibe’ divê serxwebûn pêk were jî dadikeve heta ji sedî 66’an.