Keça Kurd Mûradovna li Rûsyayê bû şampiyon

Keça Kurd Îbragîmova Barfîn Mûradovna ku li Rûsyayê dimîne, di Pêşbirka Herêma Federal a Başûrê Rûsyayê de bû şampiyon.

Ciwan û zarokên Kurd ên li herêmên cuda yên Rûsyayê dimînin, salên dawî li beşên sporê de gelekî serketî ne. Yek ji beşên sporê ku bala ciwanan bi giranî li ser e, sporên lêdanê ye.

Yek ji sporvanên nifşê nû yê Kurdan, Îbragîmova Barfîn Mûradovna ye, ku li Komara Adîgeyê ya Rûsyayê ji dayik bû.

5 sal in boksê dike û gelek caran xelata yekemîniyê bi dest xist.

Herî dawî di navbera 19-26'ê Sibatê de li bajarê Taganrokê beşdarî Pêşbirka Herêma Federal a Başûrê Rûsyayê bû û di kategoriya keçên 13-14 salî de di 42 kîloyan de bû şampiyon.