Li Cezayirê lehî rabû: Herî kêm 7 kes mirin

Li rojavayê bakurê Cezayîrê ji ber barana tund lehî rabû, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes winda bûn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Parastina Sivîlan ve hatî kirin, li herêma Chlef di sê wesayîtên ketî nava robarekê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî winda bûn û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike.

Ji 300 erkdarên Parastina Sivîlan zêdetir, li gelek wîlayetan alîkarî hate kirin.

Li gorî ajansa APS a nûçeyên fermî, gelek rê ji ber hewayên xirab hatine girtin.