Dadgerekî biryarên mehkûmiyetê yên têkildarî Lûla betal kir

Li Dadgeha Bilind a Brezîlyayê, dadgerekî biryara mehkûmiyetê ya têkildarî Serokkomarê berê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva betal kir û mafên wî yên siyasî radestî wî kir.

Dadgehê Dadgeha Bilind Edson Fachîn biryarên mehkûmiyetê yên têkildarî serokkomarê berê yê çepgir betal kir. Dadger diyar kir ku Dadgeha Cûrîtîba ya ku Lûla ji çar dozan mehkûm kiriye, ji bo van dozan 'erkdar' nîne.

Dozên têkildarî nelirêtiyê divê li Dadgeha Federal a Brasîlîayê pêk werin. Tê payin ku doz ji nû ve pêk bên û mafên siyasî yên şefê berê yê Partiya Karker Lûla da Sîlva radestî wî hatin kirin.

Lê belê biryara ku dadger wergirtiye, divê ji aliyê dadgeriyên Dadgeha Bilind hemûyan ve jî bê lêkolîn. Serdozgerê Brezîlyayê ji niha ve ragihand ku wê li ber rabe.

Biryara ku hatiye dayin nîşan dide ku Lûla dikare tevlî hilbijartinên sala 2022'an bibe.