Di êrîşeke esmanî ya li Nînowayê de 12 çete hatin kuştin

Di encama êrîşeke esmanî ya li parêzgeha Nînowa ya li ser navendên çeteyên DAÎŞ’ê de, 12 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê daxuyaniyek da û li ser êrîşa li dijî DAÎŞ’ê ev agahî parve kir: “9’ê Sibatê di encama êrîşeke esmanî ya hêzên hevpeymanê ya li dijî DAÎŞ’ê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li çiyayê Edaye operasyonek lidar xistin.

Operasyona bi biryara hevbeş a fermandariyê pêk hatiye. Di encama êrîşa esmanî ya balafirên şer a li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de 10 çete hatin kuştin.

Hemwext hêza ser bi lîwaya 75’an  û 92 a bejahî li herêmê dest bi operasyoneke ya paqijiyê kir. Di vê dema lêgerînê de 2 çeteyên DAÎŞ’ê yên xwekuj hatin kuştin.”