Serokkomara berê ya Bolîvyayê hate destgîrkirin

Serokkomara berê ya Bolîvyayê Jeanine Anez, bi sûcdariya ku hewl daye hempîşeyê xwe Evo Morales bi darbeyê têk bibe hate destgîrkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Bolîvyayê Carlos Edûardo del Castîllo li ser hesabê Twîtter û Facebookê daxuyaniyek da û diyar kir ku Jeanine Anez hatiye destgîrkirin û niha di destê polîsan de ye.

Televîzyona Bolîvyayê jî dîmenek weşand ku tê de xuya dike, Jeanine Anez li balafirgeha El Alto li gel Wezîrê Karên Hundir û gelek polîsan tê destgîrkirin. Serokkomara berê Anez daxuyaniyek da û destgîrkirin weke "îllegal" pênase kir.

Anez ku di navbera Mijdara 2019 û Mijdara 2020'î de wezîfeya serokkomariyê kir, ji bo destgîrkirinê got "hewldaneke kêfî ye, zilmeke siyasî ye."

Anez diyar kir, ku hikumet bi hinceta ku tevlî 'darbeyeke ku ew qet tevlî nebûye' sûcdar dike.

Serokkomara berê ji bo lêpirsînê di destê polîsan de ye.

Sosyalîst Evo Morales ku di navbera salên 2006-2019'an de wezîfeya serokkomariyê kir, diyar dikir ku li dijî wî di Mijdara 2019'an de darbe hatiye kirin û dixwest berpirsyar bên cezakirin.

Di hilbijartinên 2019'an de Morales cara çaran hatibû hilbijartin, lê belê muxalefetê nerazîbûn nîşan dabû ku fen hatiye irin. Li ser vê yekê xwepêşandanên tundiyê dest pê kiribûn û encamên hilbijartinê hatin betallkirin.

Piştî bûyeran ku herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan, polîs û leşkeran piştgiriya xwe ya ji bo Morales vekişandibûn û Morales jî neçar mabû ku destpêkê biçe Meksîkayê, piştre jî derbasî Arjantînê bibe.

Piştî ku Lûîs Arce yê nêzî Morales di hilbijartinên Cotmeha 2020'î de bi ser ket, Morales vegeriya Bolîvyayê.