Yekîtiya Ewropa dixwaze kapasîteya alîkariya mirovî bê xurtkirin!

Ji bo bernameya alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî tenê ji sedî 45 ê pereyê pêwîstî pê hebû hate komkirin. Yekîtiya Ewropayê pêşniyar kir ku kapasîteya alîkariya mirovî bê xurtkirin.

Di serî de Yemen û Sûriyeyê li welatên Rojhilata Navîn û parzemîna Efrîkayê krîzên mirovî roj bi roj giran dibin. Civaka navneteweyî jî di têkoşîna dijî van krîzan de têrker nîne.

Daneyên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin weşandin, nîşan didin ku di mijara krîzên mirovî de yên ji ber şewba Covîd-19 giran bûne, piştgiriya pêwîst nehatiye bidestxistin. Budçeya ku Neteweyên Yekbûyî par ji bo projeyên alîkariya mirovî danîbû pêşiya xwe 32.5 milyar Euro bû. Lê belê li gel vê pêwîstiyê jî bi alîkariya dewlet û saziyan tenê 15 milyar Euro fînansman hate bidestxistin.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ JI SEDÎ 36 DA

Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka di alîkariya mirovî de du çavkaniyên herî girîng ên fînansmanê ne. Komîsera ji alîkariya mirovî berpirsyar a Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Janez Lenarcîc diyar kir ku ji sedî 36 ê fînansmana 15 milyar Euro ya sala 2020'î hate peydakirin Yekîtiya Ewropa ye. DYE'yê jî bi rêjeya ji sedî 35'an di rêza duyemîn de cih girt.

Li gorî daneyên Lenarcîcê, di nava Yekîtiya Ewropayê de jî welatê di rêza destpêkê de cih digire Elmanya ye. Elmanyayê ji bo alîkariyên Yekîtiya Ewropayê 3.6 milyar Euro da û di rêza destpêkê de cih girt. Swêdê bi 735 milyon Euroyî di rêz duyemîn, Hollandayê bi 448 milyon Euroyî di rêza sêyemîn, Danîmarkayê bi 312 milyon Euroyî di rêza çaremîn û Fransayê jî bi 208 milyon Euroyî di rêza pêncemîn de cih girtin.

KAPASÎTEYA ALÎKARIYÊ DIKARE BÊ ZÊDEKIRIN

Li gorî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, li pêşiya welatên yekîtiyê astengî nîne ku di asta neteweyî de tevlî bernameyên alîkariya mirovî bibin. Janez Lenarcîc diyar kir ku mezinahiya cudahiya navbera fînansman û derfetê, dike ku krîza mirovî mezintir bibe.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, ji bo kapasîteya alîkariya mirovî bê zêdekirin, bikaranîna alîkairyê bi rengekî rast û pêkanîna li ser welatên ku li pêşiya gihaştina alîkariyê dibin asteng, xiste rojevê. Li gorî komîserê ji karên derve û ewlekariyê berpirsyar ê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, di mijarên lojîstîk, kirîn, stokaj, barhilgirî û belavkirinê de eger welatên yekîtiyê bi hevkarî çavkaniyan bi kar bîne, kapasîteya alîkariya mirovî dikare bê zêdekirin.