Kosova li Kûdusê bi fermî sefaretxaneya xwe vekir

Kosovayê li Kûdusa ku Îsraîlê weke paytexta xwe îlan kirî, bi fermî sefaretxaneya xwe vekir.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Kosovayê ve hatî dayîn de, diyar kirin ku avahiya sefaretxaneyê bi merasîmeke kurt hate vekirin. Di ketina avahiyê de tabelaya “Komara Kosovayê” hate bicihkirin.

Kosova bû yekem welatê ku piraniya wê Misilman li beramberî serbixwebûnê Kûdus weke paytexta Îsraîlê qebûl kir.

Li welatên Misilmanan û hinek welatên Yekitiya Ewrûpa bertek nîşanî biryara Prîştîna hate dayîn.

Peymana di navbera Kosova û Îsraîlê de, meha Îlonê ji aliyê serokê berê yê DYE’yê Donald Trûmp ve hatibû ragihandin.