Bendergeha petrolê û navendên Aramco yên Siûdî bûn hedefa êrişê

Bendergeheke petrolê ya Erebistana Siûdî bû hedefa êrişeke bi droneyê û navenda enerjiyê Aramco jî bû hedefa fuzeyeke balîstîk.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Enerjiyê ya Erebistana Siûdî, yek ji parkên li bendergeha Ras Tanûra ku tankên petrolê lê ne, roja Yekşemê bû hedefa êrişeke bi droneya ji deryayê hatî.

Roja Yekşemê her wiha navendê Aramco yên li bajarê Dahranê jî bû hedefa fuzeyeke balîstîk, ku parçeyên fuzeyê lê ketin.

Li gorî wezaretê, ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye û zerareke madî jî rû neda.

Rayedarên Siûdî têkildarî berpirsyarên êrişê ti daxuyanî nedan, lê belê Hûsiyên Şîa yên Yemenî bi fuze û droneyan êriş birine ser navendeke leşkerî ya li bajarê Dammamê yê li nêzî bajarê Ras Tanûra û Dahranê.

Roja Yekşemê, Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî serê sibehê êrişên hewayî biribûn ser paytexta Yemen Sanayê ku di destê Hûsiyan de ye. Beriya vê êrişê, rayedarên Siûdî diyar kiribûn ku wan pêşî li pêleke droneyan û êrişa fuzeyê girtine.