CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Elmanyayê li dijî qaçaxçiyên mirovan ên girêdayî Tirkiyeyê operasyon
Li Berlîn û Saksen-Anhalt ku eyaletên Elmanyayê ne, bi ser qaçaxçiyên mirovan de ku girêdayê Tirkiyeyê ne, hat girtin. Di operasyonê de, di gelek mal û kargehan de lêgerîn hat kirin û 5 kes hatin destgîrkirin. -
Li Îngilistanê bi sed hezaran kes ketin grevê
Li Îngilistanê bi sedhezaran kesan daxwaza zêdekirina heqê xwe kir, xizmeta giştî rawestiya. -
Pûtin ketiye hewila lihevkirina Enqere û Şamê
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ji bo Enqere û Şam li hev werin, bi Serokê Sûriyeyê Beşar El Esad re li Moskovayê hat ba hev. -
Li Bexdayê 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
Li Bexdayê di opreasyoneke artêşa Iraqê de 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. -
Sendîkayên Fransî cardin derdikevin kuçe û kolanan
Sendîkayên Fransî, wê roja Çarşemê li dijî reforma teqawîdiyê derbikevin kuçe û kolanan. -
Di bahoza Freddy de bîlanço girantir bû
Ji ber bahoza Freddy ya ku li Mozambîk û Malawî rabû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. -
Êrîşên bi jehrê yên li Îranê bandor li 13 hezar xwendekarî kir
Li gorî agahiyan, ji Mijdara par û vir ve li Îranê bi jehrê êrîş li 13 hezar xwendekarên keç hate kirin. -
SIPRI: Li Ewropayê stendina çekan du qat zêde bûye
Li gor Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê yên Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), sala 2022’yan stendina çekan ji der ve, hema bibêje bûye du qat. -
Li Malavî û Mozambîkê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest daye
Hat ragihandin ku ji ber bagera li Malavî û Mozambîkê rabûye, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Lêpirsîna NY’yê: NY û Şamê baş alîkarî bi mexdûrên erdhejê re nekir
Di lêpirsîneke navneteweyî de ku têkildarê Sûriyeyê ye, hat diyarkirin ku hikûmeta Şamê û civaka navneteweyî, têr alîkarî bi mexdûrên erdhejê yên Sûriyeyî re nekiriye. -
Li Îranê êrîşên bi gazên jehrê dewam dikin
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê êrîşên bi gazên jehrê yên li dijî xwendekarên keç di meha 4’an de dewam dikin. -
Li peravên Lîbyayê bi dehan koçber winda bûn
Yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê ragihandin ku li peravên Îtalyayê keştiyek noqî binê avê bû û nêzî 30 koçber di encamê de winda bûn. -
Raperîn Amed, Gulan Dîren û Hemze Kobanê li Zurihê hatin bibîranîn
Şehîd Raperîn Amed, Gulan Dîren û Hemze Kobanê yên ku di dîrokên cuda de di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bibûn, li Zurîhê hatin bibîranîn. -
Li Îranê kî jehrê dide xwendekarên keç?
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrîşên jehrî yên li ser dibistanên keçan zêde bûne. Muxalîf nerazîbûnê nîşan didin ku dewlet van êrîşan pêk tîne. Dewlet jî hêzên ji derve sûcdar dike. -
Li Îranê teqîn: 5 mirî, 4 birîndar
Li bajarê Tebrîzê yê eyaleta Azerbaycana Rojhilat a Îranê di encama teqînekê de 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn. -
Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê: Hebûna dewleta Tirk dagirkerî û metirsî ye
Endamê Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a li Iraqê dagirkerî ye û got, "Ji bo ewlehiya neteweyî xeteriyeke mezin e. Divê em wan ji axa xwe derxin." -
WHO: Li Rojhilatê Efrîqayê 129 hezar kes ji ber birçîbûnê bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku li Rojhilatê Efrîqayê 129 hezar kes ji ber bêewlehiya tund a xwarinê bi mirinê re rû bi rû ne. -
Têkiliyên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de wê ji nû ve dest pê bikin
Hat zanîn ku wê têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de ji nû ve dest pê bikin. -
NY nerazibûn nîşanî qanûna nû ya penaberiyê ya Îngîltereyê da
Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY diyar kir heke Îngîltere li gorî biryara ku stendiye penaberên bi kanal Manşê wê werin welat asteng bike wê ev tişt derbê li hiqûqê bide. -
Li Îranê êrîşên jehrî zêde bûn, çalakiyên protestoyî tên kirin
Li Îranê êrîşên jehrî yên li dijî dibistanên keçan zêde bûn. Li dijî van êrîşên çalakiyên protestoyî tên kirin. -
Li Fransayê bi sed hezaran kes li kolanan in
Ji meha Çileyê vir ve li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê, roja greva neteweyî ya şeşemîn e. Sendîka ji bo domandina grevê nîqaşan dikin. -
DAÎŞ'ê li Diyalayê êrîş kir: 5 kes hatin kuştin
Li gundekî Diyala yê Iraqê, di encama êrîşeke bombeyî ya çeteyên DAÎŞ'ê de 5 kes hatin kuştin. -
Li Endonezyayê hezaz çêbû: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes winda ne
Li giraveke Endonezyayê di hezaza ku pêk hat de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî winda bûn. -
Li Efganistanê mêr li zanîngehê vegeriyan, lê li jinan hîn jî qedexe ye
Li Efganistanê ku Talîban lê desthilatdar e, zanîngehan ji bo mêran jinûve destpê kirin. Lê belê ji jin û zarokên keç re hînê qedexe ye. -
Çîn kapasîteya xwe ya leşkerî mezin dike
Çîn ku bi budçeya xwe ya leşkerî piştî Emerîkayê di rêza duyemîn de ye, ji 5'ê Adarê û pê ve budçeya parastinê ji bo sala 2023'an bi asta ji sedî 7.2 zêde kir.