Êrîşên bi jehrê yên li Îranê bandor li 13 hezar xwendekarî kir

Li gorî agahiyan, ji Mijdara par û vir ve li Îranê bi jehrê êrîş li 13 hezar xwendekarên keç hate kirin.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Saîd Kerîmî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber êrîşên bi gazên jehrî 13 hezar xwendekar hatin dermankirin.

Kerîmî got, ji ber van êrîşan kesî jiyana xwe ji dest neda.

Ev êrîş hefteya derbasbûyî li welêt bûbû sedema destpêkirina çalakiyên nû. Doktor dibêjin êrîş bi 'gazên bi jehr' li hemberî xwendekaran hatiye kirin.

Rayedar dibêjin êrîş bi taybetî li hemberî hedefekê têne kirin. Dibistanên ku êrîş li wan hate kirin hemû ew dibistanin ku xwendekarên keç lê perwerde dibin. Malbat bi hêrs in, her wiha nerazîbûnê nîşan didin ku rayedar tedbîran wernagirin.

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku heta niha der dora 100 gumanbar hatine destgîrkirin.

Êrîş ji 31 eyaletan li 25 eyaletan hate kirin. Li sedan dibistanî êrîş hate kirin. Muxalîf dibêjin li pişt van êrîşan dewleta Îranê heye.