NY nerazibûn nîşanî qanûna nû ya penaberiyê ya Îngîltereyê da

Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY diyar kir heke Îngîltere li gorî biryara ku stendiye penaberên bi kanal Manşê wê werin welat asteng bike wê ev tişt derbê li hiqûqê bide.

Li gorî pêşnûmaya qanûnê ya ku Wezîra Karê Navxweyî ya Îngîltereyê Sûella Braverman pêşkêş kiriye, kesên bi rêya qaçaxî  ji ser kanala Manşê werin Îngîltereyê wê yan werin girtin an jî werin dersînokirin.

Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY li dijî vê planê got “Gelek kes ji ber şer û zilmê reviyane û nikarin pasaport û vîzeyê bi dest bixin. Heke rêyên qanûnî tunebe, ev tişt tê wateya redkirina mafê parastinê.

Nûnerê Konseya Penaberan Enver Solomon diyarkir kesên bi keştiyên biçûk tên Îngîltereyê piranî ji Efganistan, Îran û Sûriyeyê ne. Divê ji bo penaberan nêzikatiyeke nû were avakirin.”

Hiqûqnas û rêxistinên civakî ên sivîl diyar dikin ku vê pêşnûmaya qanûnê li dijî Peymannameya Penaberan a NY ye û tê wateya desteserkirina mafên penaberan.

Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY bang li hikumeta Îngîltere kir ku bila miameleyeke mirovî bike û li gorî Peymannameya Penaberan a sala 1951’an tevbigere.