Li Elmanyayê li dijî qaçaxçiyên mirovan ên girêdayî Tirkiyeyê operasyon

Li Berlîn û Saksen-Anhalt ku eyaletên Elmanyayê ne, bi ser qaçaxçiyên mirovan de ku girêdayê Tirkiyeyê ne, hat girtin. Di operasyonê de, di gelek mal û kargehan de lêgerîn hat kirin û 5 kes hatin destgîrkirin.

Li Elmanyayê, operasyona herî berfereh a demên dawîn li dijî qaçaxçiyên mirovan hat lidarxistin. Li Berlîn û Saksen-Anhaltê ku eyaletên Elmanyayê ne, yekîneyên polîsan operasyon li dar xist û tora qaçaxçiyên mirovan ku girêdayê Tirkiyeyê ye têk bir. 

Yekîneyên taybet ên polîsên Elman, bi tevahî di 18 mal, 7 kargeh û wesayîtan de lêgerîn kir. Bi sedan polîs tev li operasyonan bûn. 5 kes di operasyonan de hatin destgîrkirin. Berdevkiya çapemeniyê ya polîsan, bi daxuyaniyeke kurt ku da çapemeniyê, da zanîn ku kesên destgîrkirî hevwelatiyên Tirk û Elman in.

Di operasyonan de 3 wesayît û 130 Eûroyê yê çeteyê hatin desteserkirin, qaseyeke aîdê qaçaxçiyên mirovan jî hat dest tesbîtkirin. Di hin malan de ku polîsan girt bi ser de, hat zanîn ku polîsan gelek penaber dîtine ku hêj tu qeyda wan nehatiye çêkirin û hat diyarkirin ku penaber bi piranî hevwelatiyên Tirkiye û Iraqê ne.

NAVENDA TORA QAÇAXÇIYÊN MIROVAN LI STENBOLÊ YE

Hat tesbîtkirin ku qaçaxçiyên mirovan, bi sedan kes ji Tirkiye û Iraqê, bi rêya hewayî ji Stenbolê birine Saraybosnayê ku paytexta Bosnayê ye û ji wir jî bi rêyên qaçax di ser welatên Balkan û Ewropayê re anîne Elmanyayê. Di lêpirsîna polîsên federal ên Elman de diyar bû ku şebekeyê, bi vê rêyê serê mirov 10 hezar Eûro standiye.