Sendîkayên Fransî cardin derdikevin kuçe û kolanan

Sendîkayên Fransî, wê roja Çarşemê li dijî reforma teqawîdiyê derbikevin kuçe û kolanan.

 

Piştî ku projeya reformê ya hikûmeta Emmanûel Macron ku temenê teqawîdiyê ji 62’yan dibe heta 64’an, ji senatoyê derbas bibe wê roja Pêncşemiyê li Parlamentoyê dengdayîn bê kirin. 

Ji bo karker û kedkaran rojeke pir giring e. Sendîka, wê 15’ê Adarê li Parîsê û gelek navendan derbikevin qadan.

Heman rojê, di serî de veguhastin, wê di gelek sektoran de grev bê kirin. Banga ji bo grev û meşê ji aliyê sendîkayên CFDT, CFTC, CFE-CGC, FO, FSÛ, Solîdarîes û ÛNSA’yê ve hat kirin.

Li seranserê welêt, tê pêşbînîkirin ku çalakiyên blokajê jî bên lidarxistin.