Di bahoza Freddy de bîlanço girantir bû

Ji ber bahoza Freddy ya ku li Mozambîk û Malawî rabû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên her du welatan, li Malawî û Mozambîk nêzî 110 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê payîn ku bîlanço girantir bibe.

Malawî di nav welatên herî xizan ên cîhanê de ye. Li gorî Buroya Rêveberiya Karesatê herî kêm 99 cenaze hatine dîtin.

Bahoza Freddy êvara Şemiyê li Mozambîk ket û piştî ku herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, di saetên serê sibê de ber bi başûrê Malawî ve çû. Bahozê bi taybetî bandor li Blantyre kir ku paytexta aborî ya Malawî tê hesibandin. Li vê herêmê rewşa karesatê hatiye îlankirin.