SIPRI: Li Ewropayê stendina çekan du qat zêde bûye

Li gor Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê yên Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), sala 2022’yan stendina çekan ji der ve, hema bibêje bûye du qat.

SIPRI’yê bi raporekê destnîşan kir ku sala 2022’yan li Ewropayê, standina çekan ji der ve, ji sedî 93 zêde bûye.

Îşaret pê hat kirin ku bi taybetî ji ber zêdebûyîna lêçûna leşkerî li Polonya û Norwecê, li Ewropayê standina çekan ji der ve, zêde bûye. Pîeter Wezeman ku nivîskarekê raporê ye, got: “Dagirkerî, (Rûsya ku Ûkraynayê dagir dike) bûye sedem ku li Ewropayê daxwaza ji bo çekan zêde bibe.“

Wezeman destnîşan kir ku wê li Ewropayê standina çekan ji der ve, hêj jî zêde bibe.

Li gor daneyên SIPRI’yê, mirov Ûkraynayê ji nav derbixe, standina çekan ji der ve li Ewropayê, sala 2022’yan bûye ji sedî 35.