Li Îngilistanê bi sed hezaran kes ketin grevê

Li Îngilistanê bi sedhezaran kesan daxwaza zêdekirina heqê xwe kir, xizmeta giştî rawestiya.

Mamoste, ajokarên metroyan, bijîşk û karmend; bi sedhezaran kes, roja ku wê hikûmeta mihafizekar budçeyê eşkere bike, ketin grevê. Grev, greva herî giring a mehên dawîn a li welêt e, karker û kedkar dixwazin ku heqê wan zêde bibe.

Enflasyon, ji sedî 10 derbas bûye, enerjî û dexil û dan biha ne. Li îstgeha metroyê ya Londonê, hema bibêje çûnehat sekiniye, ajokarên “Tûbes“ ji bo demekê dest ji kar berda.

Mamoste jî ketin grevê û diyar kir ku ew ê heta bi roja Pêncşemê li çalakiya xwe dewam bikin. Bijîşkan, roja Duşemê dest bi grevê kir û hêj jî neçûne ser kar. Gelek karmend jî ketine grevê.

Sekreterê Giştî yê sendikaya PCS’ê Mark Serwotka, daxuyanî da Sky Newsê, got ku zor dane bi deh hezaran karmendan ku biçin bankeyên dexil û dan û yên din jî neçar dimînin ku danekî nan nexwin.

Serwotka bi domdarî anî ziman ku zêdebûna xizaniyê di sektora karên giştî de, ji bo hikûmetê cihê şermê ye.