Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê: Hebûna dewleta Tirk dagirkerî û metirsî ye

Endamê Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a li Iraqê dagirkerî ye û got, "Ji bo ewlehiya neteweyî xeteriyeke mezin e. Divê em wan ji axa xwe derxin."

Endamê Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a li Iraqê dagirkerî ye û got, "Ji bo ewlehiya neteweyî xeteriyeke mezin e. Divê em wan ji axa xwe derxin."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê dijî sivîlan bê navber dewam dike. Balafirên keşfê her roj di nav xaka Iraqê de komkujiyan pêk tînin. Lê heya niha Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê ti helwestek cidî nîşan nedane. Herî dawî duh balafirek keşfê ku tê gotin ya dewleta Tirk a dagirker e, li gundekî Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê wesayîtek bombe kir. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

‘GEFÊ LI EWLEKARIYA IRAQÊ DIXWE’

Endamê Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a dagirker li ser xaka welat cihê nerazîbûn û li ser ewlekariya Iraqê jî gef e. Bendawî got ku Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê li ser êrîşan lêkolîn dike û ev mijar yek ji mijarên herî girîng e.

BÊDENGÎ DIBE SEDEM KU ÊRÎŞ ZÊDE BIBIN

 Bendawî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya duh li Çemçemalê li dijî wesayîtek pêk hatî, şermezar kir û got; “Tirkiye bi binpêkirina qanûnên navnetewî, her tim serweriya xaka Iraqê binpê dike. Me daxwazên xwe radestî Fermandariya Giştî ya Artêşê kiriye, di daxwazan de armanca me ew e ku civînek ewlekarî ya berfireh li ser êrîşên Tirkiyeyê pêk were. Ji ber ku bêdengî dibe sedem ku Tirkiye destdirêjiyên xwe zêdetir bike.”

‘EM Ê JI NAV AXA XWE DERÎNIN’

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî di dawiya axaftina xwe de behsa hebûna hêzên dewleta Tirk ya di nava xaka Iraqê de kir û got, “Hebûna Tirkiyeyê, dagirkeriye û ji bo ewlekariya netewî çavkaniya metirsiyê ye. Ji ber ku serweriya xaka Iraqê binpê dike, bi balafir û balafirên bê mirov herêmên cûda yên welat bombebaran dike. Ji bo vê pêwîst e hewldanên me hemû ji bo derxistina vê hêza dagirker ya di nava xaka me de be.”