DAÎŞ'ê li Diyalayê êrîş kir: 5 kes hatin kuştin

Li gundekî Diyala yê Iraqê, di encama êrîşeke bombeyî ya çeteyên DAÎŞ'ê de 5 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji aliyê medya Iraqê ve hatin weşandin, çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev avêtin ser gundê Hizîne yê ser bi parêzgeha Diyala ya Iraqê.

Hate ragihandin ku çeteyan hewl dan kurê Şêx Mistefa Temîm ku li herêmê kesekî diyar e, birevînin. Lê belê ev plana çeteyan bi ser neket.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bi dehan kes li dora mala Şêx Mistefa li hev kom bûn û nehiştin ku çetey bigihêjin armanca xwe. Lê belê di dema vê ombûnê de bombeyek hate teqandin û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Birînda rakirin nexweşxaneya li Diyalayê.