Li peravên Lîbyayê bi dehan koçber winda bûn

Yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê ragihandin ku li peravên Îtalyayê keştiyek noqî binê avê bû û nêzî 30 koçber di encamê de winda bûn.

Di daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê de hate gotin, "Di dema operasyonên rizgarkirinê de keştî noqî binê avê bû. 17 kes hatin rizgarkirin, lê belê nêzî 30 kes winda bûn."

Beriya niha bi du hefteyan jî li peravên Calabrîa yên li başûrê Îtalyayê keştiyek ku nêzî 180 kes tê de bûn noqî binê avê bûbû. Di encamê de 76 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji wê trajediyê û vir ve hîn jî her roj cenazeyên nû digihêjin peravan.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê ji 1'ê Çileyê û vir ve 17 hezar û 592 kes gihîştin peravên Îtalyayê. Sala 2022'an di heman demê de 5 hezar û 976 kes, sala 2021'ê di heman demê de 5 hezar û 995 kes gihîştin Îtalyayê. Li gorî Frontexê ku bi parastina sînorên Ewropayê wezîfedar e, hejmara koçberên di Derya Spî re gihîştin Îtalyayê mehên Çile û Sibatê ji sedî 116 zêde bû.