Li Îranê êrîşên jehrî zêde bûn, çalakiyên protestoyî tên kirin

Li Îranê êrîşên jehrî yên li dijî dibistanên keçan zêde bûn. Li dijî van êrîşên çalakiyên protestoyî tên kirin.

Ji meha Kanûnê û vir ve gelek êrîşên jehrî pêk hatin. Li gorî daxuyaniyên fermî “hinek kes” bi van êrîşan dixwazin dibistanên keçan bidin girtin. Hikûmet mîna her bûyerekê, “hêzên ji derve” berpirsyar dibîne û muxalîf jî dibêjin ji van êrîşan dewlet berpirs e.

Li gorî medyaya herêmê û çavkaniyên muxalîf, zêdeyî 5 hezar xwendevanên keç di van êrîşên bi gaz de jehrî bûn û herî kêm 4 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Ji 31 eyaletan li 25’an herî kêm 230 dibistan rû bi rûyê êrîşên bi vî rengî man.

Roja 7’ê Adarê jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî herî kêm li 50 dibistanan êrîşên bi gaz li hemberî xwendevanên keç hatin kirin. Heman rojê li dehan bajaran çalakiyên protestoyî hatin kirin. hêzên dewletê li gelek noqteyan êrîşê çalakvanan kirin. 

Tê payîn ku di 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jin ên Cîhanê de çalakî zêde bibin.