WHO: Li Rojhilatê Efrîqayê 129 hezar kes ji ber birçîbûnê bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku li Rojhilatê Efrîqayê 129 hezar kes ji ber bêewlehiya tund a xwarinê bi mirinê re rû bi rû ne.

Berpisê WHO’yê ya li herêmê Lîesbeth Aelbrecht li Naîrobî bi rêya vîdyokonferansê axivî.

Aelbrecht diyar kir ku li Rojhilatê Efrîqayê nexweşiyên şewbê zêde bûne û bal kişand ser zêdebûna hejmara zarokên ku nikarin bi awayekî rêkûpek xwarin bixwin.

Li gorî WHO’yê li herêmê 48 mîlyon mirov di asta krîtîk de bi bêewlehiya xwarinê re rû bi rû ne.

Ji 48 mîlyonan 6 mîlyona kes di rewşekî lezgîn de ne. Her wiha ji wan 129 hezar kes jî di asta maksîmûm (asta 5’emîn) de ne.

Li gorî Lîesbeth Aelbrecht ji 129 kesan 33 hezar kes li Sûdana Başûr û 96 hezar kes jî li Somaliyê dijîn.

WHO’yê diyar kir ku kesên di asta 5’emîn de bi mirinê re rû bi rû ne.

WHO diyar dike ku zêdebûna şewbê ji ber bêewlehiya xwarinê ye.