Pûtin ketiye hewila lihevkirina Enqere û Şamê

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ji bo Enqere û Şam li hev werin, bi Serokê Sûriyeyê Beşar El Esad re li Moskovayê hat ba hev.

Li gor Kremlînê, heger Rûsya Enqere û Şamê li hevdu bîne, wê tevî tecrîda li welatên rojavayî ku ji serê şerê Ûkraynayê ve berdewam e, giraniya xwe ya dîplomatîk deyne. Li gor berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov, Beşar Esad roja Sêşemê çûye Mosvkovayê û ew û Vladîmîr Pûtîn wê bi taybetî li ser avakirina Sûriyeyê piştî şer û dewama çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê biaxivin. 

Peskov diyar ku wê bandora van niqaşan li têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê jî bibe.

Hikûmeta Şamê bi rêya dîplomasiya erdhejê, tecrîda ku li ser e dixwaze bişikîne. Di vê çarçoveyê de hevdîtin bi gelek welatên Ereb re kirin.

Li gor medyaya Rûsyayê, dîplomatên Rûs, Tirk, Sûriyeyî û Îranî wê vê hefteyê bên ba hev, amadehiya ji bo civîna wezîrên karên derve bikin.