Têkiliyên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de wê ji nû ve dest pê bikin

Hat zanîn ku wê têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de ji nû ve dest pê bikin.

Medyaya dewletê ya Îranê daxuyaniyek hevpar a ji aliyê her du welatan ve hatî dayîn, weşand. Li gorî nûçeyê Riyad û Tehranê biryar daye ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve bidin destpêkirin. Ji sala 2016’an ve ev têkilî qut bûn.

Di daxuyaniya li ser ajansa nûçeyan a Irna de, wiha hat gotin: “Piştî muzakereyan Komara Îslamê ya Îranê û Qraliyeta Erebistana Siûdî li hev kirin ku herî zêde di nava pêvajoyek a du mehan de têkiliyên dîplomatîk ji nû ve werin destpêkirin û balyozxane ji nû ve werin vekirin.”