Li Îranê êrîşên bi gazên jehrê dewam dikin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê êrîşên bi gazên jehrê yên li dijî xwendekarên keç di meha 4’an de dewam dikin.

Duh jî li hin bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrîşê ser dibistanên keçan hatin kirin. Ji ber êrîşan gelek xwendekar bi jehrî bûn û rewşa wan a tendirustî xirab bû.

Duh li gundê Bêsaran a ser bi devera Jarewu ya parêzgeha Sine bi gaza jehrî êrîşê dibistanek ya keçan hat kirin.

Nêzî çar mehin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrîşê dibistanên keçan tên kirin û heta niha herî kêm 4 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran xwendevan bi jehrê ketine û rakirine nexweşxaneyan.

Heta niha rayedarên rejîma Îranê derbarê êrîşan ti daxuyaniyek zelal nedane. Tenê îdia dikin ku wan nêzî 100 kesan bi tometa tevlî êrîşên bi gazên jehrî bûne destgîr kirine.

Herî dawî Wezîrê Perwerdê ye Îranê Yusuf Nurî di daxuyaniyek de îdia kir ku ti pirsgirêkek li dibistanan nîne û xwendekar dikarin bêyî tirs herin dibistanan.

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşan berfireh dibin. Divê çarçoveyê de duh li Newzland, Kanada, Emrîka, Swêd, Îtalya, Fransa, Danîmarka, Elmanya û çend welatek din Kurdên Rojhilat û hemwelatiyên Îranê li dijî êrîşên bi gazên jehrî çalakî lidar xistin. Piştgiriya xwe bi serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re nîşandan.

Li aliyê din li Zanîngeha Elame ya li Tehranê li 30 xwendekarên ku li dijî êrîşên bi gazên jehrî nerazîbûn nîşan dabûn, ketina wan a zanîngehê hat qedexekirin.

Êrîşên bi gazên jehrî di meha Mijdarê de destpê kir. Heta niha 4 xwendevanan jiyana xwe ji dest dan. Li seranserî welêt êrîşê zêdeyî 200 dibistanan hat kirin û zêdeyî 5 hezar xwendevan jê bandor bûn. Dewlet “hêzên ji derve” weke berpirs nîşa dide. Piraniya Îranî û mûxalîfan diyar dikin ku li pişt van êrîşên ev qas organîzekirî dewlet heye.