Li Malavî û Mozambîkê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest daye

Hat ragihandin ku ji ber bagera li Malavî û Mozambîkê rabûye, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya polîsên herêmî yên Mozambîkê, ji ber bagera Freddyê ku li Mozambîkê rabûye, li herêma Blantyreyê 11 kesan, li eyaleta Zambezîe ya welêt jî herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor meteorologan, Freddy, bagera herî dirêj e. Bagera Freddyê, dawiya meha Sibatê li Mozambîk û Madagaskarê jî rabû. Li Mozambîkê 10 kesan, li Madagaskarê jî 17 kesan jiyana xwe ji dest da.