Li Fransayê bi sed hezaran kes li kolanan in

Ji meha Çileyê vir ve li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê, roja greva neteweyî ya şeşemîn e. Sendîka ji bo domandina grevê nîqaşan dikin.

Di roja nû ya grevê de ku sendîkayan banga "sekinandina jiyanê"  kirin. Sewqiyata sotemeniyê yên di derketina parzûngehan de hate sekinandin. Di heman demê de seferên trênê jî betal bûn, dibistan hatin girtin û çop nehatin belavkirin.

Hikumet dixwaze temenê teqawidiyê ji 62’an derxîne 64’an. Li hemberî vê jî sendîka li ber xwe didin.

Serokê Sendîkaya CGT Philippe Martinez, destnîşan kir ku ev grev wê bibe tevgera herî xurt a civakî ya ji sala 2011'an û vir ve.

Li şîrketa rêya hesinî ya neteweyî SNCF’ê ji sedî 80’ê seferên trênan betal bû. Girêdana navneteweyî ya di navbera Fransa, Elmanya, Îspanya û Kraliyeta Yekgirtî jî qut bû. Li balefirgehan herî kêm ji sedî 30 betalkirin pêk hat.  Ji sedî 60’ê mamosteyên asta yekemîn tevlî grevê bûn.

Li gorî sendîkaya xwendekarên lîseyê FIDL 400 saziyên perwerdehiyê li dijî reforma teqawidiyê ne.

Di 16 Sibatê de jî 1,3 milyon kes daketibûn kolanan, di 31’ê Çileyê de jî 2,5 milyon kes daketibûn kolanan. Tê diyarkirin greva di 7’ê Adarê de ji ya 31’ê Çileyê xurttir e.