Li Îranê teqîn: 5 mirî, 4 birîndar

Li bajarê Tebrîzê yê eyaleta Azerbaycana Rojhilat a Îranê di encama teqînekê de 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Teqîn di saetên sibehê de pêk hat. Berdevkê Midûrê Agirkujiyê ya Tebrîzê Ekber Deştî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihand ku di encama teqînê de 5 kes mirine û 4 kes jî birîndar bûne.

Ekber Deştî her wiha da zanîn ku di encama teqînê de 3 mal û hinek wesayîtên derdora wê ziyan dîtine.

Heta niha ne diyar e ku sedema teqînê ji ber çi pêk hatiye.

Berpirsê Agirkujiyê got, “Em niha li ser sedema teqînê lêkolîn dikin. Em ê encam bi raya giştî re parve bikin."