Li Efganistanê mêr li zanîngehê vegeriyan, lê li jinan hîn jî qedexe ye

Li Efganistanê ku Talîban lê desthilatdar e, zanîngehan ji bo mêran jinûve destpê kirin. Lê belê ji jin û zarokên keç re hînê qedexe ye.

Qedexeya zanîngehan a li jinan, yek ji gelek qedexeyên li Efganistanê li ser jinan e ku ji Tebaxa 2021'ê dema destpêkirina desthilatdariya Talîbanê û vir ve tê ferzkirin. Ev qedexe li gelek welatên Misilman û li qada navneteweyî bû cihê nerazîbûnê.

Dawiya meha Kanûnê Wezîrê Perwerdeyê yê Bilind ragihandibû ku jin li gorî pîvanên nixumandinê, ku 'rû û bedena xwe divê bi temamî binixumînin' tevnegeriyane û bi vê hincetê zanîngeh li jinan hate girtin.

Zanîngehan jî ji xwe ji bo jin û mêran bi saetên dersê û polan ji hev cihê bike, pîvanên nû destnîşan kiribûn. Tenê mamosteyên jin an jî mêrên bi temen mezin dikarîbûn dersê bidin xwendekarên jin.

Gelek rayedarên Talîbanê îdîa kiribûn ku qedexeya perwerdeyê demkî ye, lê belê diyar nekiribûn ku dibistan wê kengî li jinan bê vekirin.

Dibistanên navîn jî sal û nîveke li zarokên keç girtî ne.

Di desthilatdariya Talîbanê de jin ne tenê ji dibistanan ji gelek saziyên cemaweriyê ji kar hatibûn dûrxistin. Jin bêyî mêrekî ji malê nikarin bigerin, her wiha dema ji malê derketin jî neçar in xwe bi temamî binixumînin.

Meha Mijdarê çûyîna parkan, bexçe, salonên sporê û hawizan jî li jinan hatibû qedexekirin.