Raperîn Amed, Gulan Dîren û Hemze Kobanê li Zurihê hatin bibîranîn

Şehîd Raperîn Amed, Gulan Dîren û Hemze Kobanê yên ku di dîrokên cuda de di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bibûn, li Zurîhê hatin bibîranîn.

Evîn Ozturk (Gulan Diren) a ku di 4’ê Îlona 2017’an de di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Delal Azîzoglu (Raperîn Amed) a di 17’ê Hezîrana 2022’an de şehîd bû û Endamê Komîteya Aboriyê ya Meclîsa Şêxmeqsûd Eşrefiye Mihemed Yildirim (Hemze Kobanê) yê di bomberdûmana 24’ê Sibatê ya li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêk hat de şehîd bibû, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê hat lidarxistin. Malbatên şehîd Gulan Dîren, Raperîn Amed, Hemze Kobanê û gelek Kurdistanî tev li bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Ewilî li ser navê KOMAW’ê Mehmet Goksungur axivî. Goksungur di bîranîna şehîdan de diyar kir ku piştî erdheja 6’ê Sibatê dewleta Tirk bi zanebûn rê li ber alîkariyên ji bo bajarên Kurdan girt û got: “Gelê me careke din rastî êş û azaran hat. Belê şehîdên me hene, lê meha Adarê jî ji bo me meha berxwedanê ye. Newroz ji bo me berxwedan e.”

Dayika Aştiyê Dondu jî got: “Zarokên me yên ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo esas digirin, ji bo vê yekê şehîd bûne. Em ê mîrateya wan bigihînin serkeftinê. Wê dayik aştiyê binîn ji gelê Kurd û Kurdistanê re.“

Malbatên şehîdan jî her yek axaftinek kir. Piştî axaftinan sînevziyona li ser şehîdan hate amadekirin, hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.