ÇAND Û HUNER
21 rêxistin û komeleyên ziman nerazîbûn nîşanî qedexekirina konser û şanoyên bi Kurdî dan û gotin, "Li dijî qedexeyan em ê li her qada jiyanê zimanê xwe biparêzin."
Hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê gotin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê ew bi gerîla re bin û bang li her kesî kirin ku bi vê erk û berpirsyariya xwe rabin.
Hunermendên Rojavayî berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê silav kirin û gotin, "Em ê bi berhemên xwe bi gerîla re bin. Pêwîstî pê hebe em ê rahêjin çekê jî û bi wî rengî li gel wan bin."
Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê konferansa xwe ya 7'emîn bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê em berxwedana çandî mezin bikin" pêk anî.
Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn konferansa xwe ya 2'emîn lidar xist. Di encamnameyê de hate gotin, di bin navê hunerê de jin weke biresereke zayendî tê bikaranîn û ji jinan hate xwestin ku li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin.
Nûçeyên Dawî
-
Xuliqkarê helbestên li ser zimanan dawî nabin…
Hunermend Kurd Hozan Zinar ê sala 2011’an li nexweşxaneyeke Amesterdamê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da, mîna xuliqkareke helbestan ku li ser ziman dawî nabe, di hefizayan de cihê xwe girt.
-
Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî pêk tê
Malpera sînemayakurdî.com û Tor Film Production biryar girtin ku ew ê bi hev re “Mihricana Filman a Kurt û Kurmancî” li dar bixin. Mihricana ku ew ê cara ewil were lidarxistin bi daxuyanîyekê çarçove û naveroka mihricanê diyar kir.
-
-
-
-
Ji Koma Vejîn klîba 'Mizgîna Leheng'
Di salvegera 29'an a şehadeta Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) de Koma Şehîd Vejîn ku ji jin ên ciwan ên herêma Germiyanê pêk tê, strana 'Mizgîna leheng' a Hozan Serhed bi klîbekê pêşkêş kirin.
-
-
-
-
-
-
Fîlmê 'Ji bo azadiyê' ji ÎFFG'ê jî xelatek wergirt
Fîlmê 'Ji bo azadiyê' (The end will be spectacular), ku derhêneriya wê ji aliyê Ersîn Çelîk ê ji Komuna Sînema ya Rojava ve hatiye kirin, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gorinchem (ÎFFG) xelata temaşevanan wergirt.
-
-
-
-
-
-
TEV-ÇAND: Rêber Apo roniya hêvî û paşeroja me ya azad e
TEV-ÇAND'ê bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, TEV-ÇAND "Heta ku ji Rêbertiyê agahiyeke ewle negire wê li her kuçe û qadan de, li her derên jiyanê de wê çalak be û ji vê têkoşînê re pêşengtiyê bike."
-
Pirtûkên Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz li fûara Quîtê ne
Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz a 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibû qetilkiirin di fûara paytexta Ekvator Quîto hate nîşandan. Ji ber bi rasthatina Newrozê li fûarê Newroz jî pîroz kirin.
-
-
-
Kovara Kurdî ya xêzeroman: GOG
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Kovara xêzeroman a GOG Îmam Cîcî, destnîşan kir ku avakirina xwedekarên Kurdî pir zehmet e û got: “A me mîna ku li çiyayekî berfê girtî rê vekirin e.”
-
Strana Newrozê hate amadekirin
Newroz wê îsal jî li dehan bajar û herêman bê pîrozkirin. Bernameya pîrozbahiyên li Bakurê Kurdistanê, li Amedê bi civînekê hate eşkerekirin. Strana Newrozê jî hate nasandin.
-
-