21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê: Zimanê Kurdî hîn jî qedexe ye

Gelê Kurd bi awayê ku zimanê wan qedexe, dikeve 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî. Nerazîbûnên li dijî qedexeya li ser zimanê Kurdî, zêde dibin.

Li Bakurê Kurdistanê Roja 21’ê Sibatê ji bo Kurdan xwedî girîngiyek cuda ye. Di serî de Kurd, gelek gel li Tirkiye û Kurdistanê zimanê xwe yê dayikê bi awayek azad naaxivin. Zimanê Kurdî yê ku rû bi rûyê polîtîkayên qedexe û bişaftinê maye, di her qada jiyanî de hatiye qedexekirin. Tevî hemû qedexe û polîtîkayên bişaftinê, gelê Kurd bi hêza xwe hebûna zimanê xwe didomîne.

Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay got, di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî 21’ê Sibatê de gelek gel bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nabînin û bi awayek azad bi zimanê xwe neaxivin.

DEWLET LI SER ESASÊ ‘YEK ZIMAN’ HATIYE AFIRANDIN

Atabay anî ziman ku dewleta Tirk li esasê ‘yek ziman’ hatiye afirandin û destnîşan kir ku astengiyên cidî li ber hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn hene ku nikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin, zimanê xwe yê dayikê bi awayek azad neaxivin û xizmetên tenduristiyê nabînin.

Atabay diyar kir ku divê hemû gel 21’ê Sibatê ji bo zimanên xwe, bi awayek hevpar têbikoşin û wiha got: “Bi taybetî sedemê neserkeftinên akademîk ên zarokên herêma me, bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nedîtine.”

‘DIVÊ HER KES ZIMANÊ DAYIKÊ, FÊRÎ ZAROKÊN XWE BIKE’

Atabay bal kişand ser otoasîmîlasyonê û wiha dewam kir: “Mixabin di van salên dawîn de, otoasîmîlasyonek heye. Em bang li gelê xwe dikin: Divê teqez li malên xwe zimanê dayikê fêrî zarokên xwe bikin. Ji bo yek zimanê ku di makeqanûnê de heyî ji holê bê rakirin, divê hemû gel bi awayek hevpar tevbigerin.”

‘HER KES XWEDÎ MAFÊN WEKHEV E’

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Mehmet Karataş, destnîşan kir ku li gorî Qanûna Gerdûnî ya Mafên Mirovan her kes xwedî mafên wekhev e û got ku li ser xaka Mezopotamya, Kurdistan û Tirkiyeyê ev bi sedsan sal in Kurd zimanê xwe naaxivin. Karataş ev tişt got: “Ji bo pêşketina civakê ziman pir girîng e. Qedexeyên li ser ziman berhemê polîtîkayek taybet in. Ev polîtîka li gorî mevzûatên navneteweyî nayê qebûlkirin.”

‘ZIMANÊ KURDÎ TIMÎ BÛYE HEDEFA QEDEXEYAN’

Hevserokê berê Kurdî-Der ê Wanê Osman Koşût jî îşaret pê kir ku zimanê Kurd ji demê berê û vir ve timî bûye hedefa zext û qedexeyan û ragihand ku îro jî perwerdeya zimanê Kurdî bi hincetên cuda tê astengkirin. Koşût da zanîn ku bi Kovara Hawar a ku 15’ê Gulana 1932’an Celadet Elî Bedirxan li Şamê bi Kurdî weşandî, ji sala 2006’an û vir ve 15’ê Gulanê mîna Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin û bilêv kir ku gelê Kurd her sal 15’ê Gulanê bi çalakiyan zext û înkara li ser zimanê Kurdî protesto dikin.