Cîhan Şahîn: Ez ê bi wêneyan çîroka Kurdîtiyê vebêjim

Wênesaz Cîhan Şahîn anî ziman ku bi riya wêneyê hestên xwe xêz dike û çîrokên xwe yên Kurdî vedibêje û destnîşan kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinê li dijî desthilatdariyê riya berxwedaniyê şopand.

Jin bi saya berxwedaniya xwe ya li dijî fikra baviksalariya desthilatdar, di roja me de bûye pêşeng û di cîhanê de jina Kurd bûye mînaka berxwedaniyê. Wênesaz Cîhan Şahîn têkildarî vê yekê ku bi çêkirina wêneyan vê berxwedaniyê vedibêje, ji ANF’ê re axivî.

Wênesaz Cîhan Şahîn diyar kir ku wêne di jiyana wê de tişta herî pîroze û got: “Hin kêliyên xemgînî di jiyanê de bi wêneyê ez xêz dikim. Li ser kesayetên Kurd ên navdar ên ji bo azadiyê têdikoşin jî ez xêz dikim.”

‘JINÊ LI DIJÎ DESTHILATDARIYÊ RIYA BERXWEDANIYÊ ŞOPAND’

Cîhan anî ziman ku di civakê de her jin kole dihat pejrandin, fikra zilam ê desthilatdar nedixwest jin bibin xwedî rol û mîsyon û ev tişt got: “Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê jinê xwe îsbat kir, jinê bi berxwedaniya xwe cihê xwe di beşên wêne, muzîk heta bi çeperên şerde jî cihê xwe girt û bû pêşeng.”

‘BI SAYA FIKRÊN RÊBER APO EM GIHIŞTIN VAN ASTAN’

Wênesaz Cîhan Şahîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em gihiştin van astan. Hêviyên min ew in ku bi riya wêneyên xwe ez çîroka Kurdîtiya xwe ji gel re diyar bikim. Divê her kes jî ji tiştên ku hez dike û ji bo armanca xwe têbikoşe.”