Komuna Fîlman a Rojava li Kobanê dest bi kargehekê dike

Komuna Fîlman a Rojava kargehek vekir û dest bi fêrkirina berhemên sînemayê dike.

Ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava û bi sponsoriya Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido li Kobanê kargehek sînemayê tê vekirin. Wê di kargehê de perwer de were dayîn û 15 rojan dirêj bike. Waneyên dîroka sînemaya Kurdî, derhênerî, montaj, senaryo, produksiyon, ronahî, kamera, deng, mikyaj, kas û cil û berg wê werin dayîn, tomarkirin heta 4 Adarê berdewam dike.

Rêveberiya Komuna Film a Rojava ya Kobanê Diyar Omer axivî Omer destnîşankir ku ev bû 6 sal Komuna Film a Rojava hatiye vekirin û bû cara 3’emîn ku ev kargeh tê vekirin; bi alîkariya Desteya Çand û Hunera Baqî Xido, kargeha Komîna Film a Rojava ku têde biranşên girêdayî sînemayê, dîroka sînema û kamera, senaryo û hemû berhemên sînemayê werin dayîn.

Her wiha wê dîroka sînemaya Kurdî ya Şoreşgerî were dayîn. Piştî berhemê wê Kurte Film bê amadekirin, ji bo ku bêhtir sînema were naskirin. Em ê Komuna Film a Rojava mezin bikin û em ê bigihînin astên herî bilind. Heta niha bêhtirî 15 kesan navê xwe tomar kiriye, piştî kargehê wê kesên kêrhatîdi komunê de bên qebûlkirin.”

Mamosteyê mikyajê Mehmûd Mihemed jî anî ziman ku armanca wan ew e ku em bêhtir sînemaya Kurdî bidin naskirin û ev tişt got: “Ew berxwedanî û efsaneyên ku Kurdan kirî, ji bo wê em dixazin komuna Film a Rojava bigihêje astên herî bilind.”